Xendeq di navbera Şingal û Mûsilê de tê kolandin

 

Mûsil (Rûdaw) - Li rojavayê Çemê Dîcle, her sê bajarokên Zumar, Rebia û Sinûnê bi gund û navçeyên bi ser wan ve, ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatine kontrolkirin.

 

Piştî ku her sê bajarokên Zumar, Rebia û Sinûnê bi gund û navçeyên bi ser wan ve hatin kontrolkirin hinek xelkê wan navçeyan vegeriyane ser mal û milkên xwe, lê hinekan jî heta niha biryara vegerê nedane.

 

Hêzên pêşmerge li sînorê hersê bajarokên ku girêdayî parêzgeha Mûsilê  ne bi dirêjahiya 70 kîlometran xendeqeke ku 2 metran ferehe, kolandine.

 

Fermandarên pêşmerge dibêjin, bi kolana vê xendeqê dê ewlekariya navçeyê zêdetir aram bibe.