Gencên Amedê li dijî jinavbirina daran dest bi çalakiya rûniştinê kirin

01-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê û li geliyê Dîcle, komek genc û xort li dijî jêkirina darên daristana Hevsel dest bi çalakiya rûniştinê kirin.


Di pêşengiya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê û bi armanca şermezarkirina jêkirina darên daristana Hevsel bi tevlîbûna saziyên civaka sivîl biryar hat dayîn li nav daristanê çadir bên vegirtin û çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

Ji bo vê, koma yekemîn a genc û xortan li ber Beşa Onkolojî ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê ber bi daristana Hevsel ve ketin rê. Koma duyemîn jî ji taxa Fîskaya ya bajêr ber bi daristanê ve meşiyan.

Di meşê de pankarta "Ji Hevsel ber bi Geziyê, Dîcle li ber xwe dide" hat vekirin, piştî meşê gellek ciwanên ku li hev kom bibûn li daristana Hevsel çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Ji danê sibehê ve ku polîsan li qadê tedbîr girtin ciwan bi sirûda, "Çerxa Şoreşê" rêzgirtin pêk anîn.


Piştî rêzgirtinê li ser navê ciwanan Huseyîn Kaya bal kişand ser jinavbirina darên daristana Hevsel û diyar kir ku dê çalakiya wan mayînde be.

Hevseroka Rêxistina Amedê ya BDP'ê ,Zubeyde Zumrut jî çalakiya ciwanan silav kir û got, "Biryara ciwanan biryareke rast e û însanî ye. Divê tevayî gel bê vir û em li xwezaya xwe xwedî derkevin."

 
Paşê Namzedê Hevserokê Şaredariya Sûrê Seyît Narîn wiha axivî: "Geliyê Dîcle yê gel e. Erda Zanîngeha Dîcle niha hatiye dagîrkirin. Ev tiştên tên kirin qirkirin e."


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst