Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke bazirganiyê qeza kir, 4 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku R.T. diajot li ser rêya Erzingan-Erziromê ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê R.T. (63), M.T. (29), H.T. (52) û P.T. (29) yên birîndar bûn birin nexweşxaneyê.
Li gorî zanyariyan, reşw birîndaran baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse