Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) şehîdên 1ê Sibatê bi bîr anîn û ew komkujî şermezar kir.
1ê Sibata 2004an ku îro 21 sal di ser re derbas dibin, du kesan merasîmên cejnê yên li Şaxa 2yê ya PDKyê û Malbenda 3yê ya YNKyê yên li bajarê Hewlêrê kirin armanc û xwe di nava xelkê de teqandin.
Di her du teqînan de 103 kes şehîd ketin û 246 kes jî birîndar bûn.
PWKyê bi boneya 21emîn salvegera şehîdên 1ê Sibatê peyamek belav kir.
PWKyê bi bîr xist ku di êrişê de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzgerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitîya Nivîskarên Kurdistanê yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNKyê yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKyê şehîd ketin.
PWKyê di peyama xwe de got:
“Em di salvegera 21emîn a komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrişê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse