Li Rihayê pevçûna çekdarî: 4 kes birîndar bûn

01-02-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi kêr û çekan de 4 kes birîndar bûn.

Li navenda bajêr di navbera du koman de ji ber parkkirina otomobîlan nîqaş derket û piştî demekê nîqaş guherî pevçûnê.

Di pevçûnê de kêr û çek hatin bikaranîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di pevçûnê de A.E, M.K, D.E bi çekê û S.E jî bi kêrê birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Ekîbên cendirmeyan 2 gumanbar desterser kirin ku hat tesbîtkirin ku tevî şer bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst