PWKyê komkujiya 1ê Sibata 2004an şermezar kir

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Şehîdên 1ê Sibatê PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera êrişên terorîstî yên li ber avahiyên PDK û YNKyê li bajarê Hewlêrê ku di encamê de gelek berpirs û kesayetên Herêma Kurdistanê şehîd bûbûn bi daxuyaniyekî nivîskî şermezar kir.

Îro 20emîn salvegera teqînên 1 Sibatê ye ku du xwekujan di roja Cejna Qurbanê de xwe li nava baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) teqandin.

Di teqînan de 103 kes şehîd bûn û 246 kesên din jî birîndar bûn.

PWKyê bi boneya bîranîna şehîdên 1ê Sibatê peyamek belav kir û ragihand ku di encama êrişên li ser avahiyên herdu partiyan de berpirsên bilind jiyana xwe ji dest da û brîndar bûbûn.

PWK diyar kir: “Êrîş di dema pîrozbahiyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoyên PDK Samî Ebdurrahman û Seîd Ebdullah, Endamê Komîteya Navendî Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Yekitiye Nivîskarên Kurdistan yê Serokê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxwan Abbad û gelek berpirsên YNKê jiyana xwe ji dest dabûn.”

Di daxuyaniya PWKyê de wiha hat gotin, “Em di 20emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujiyê rûreş dikin, şehîdên vê êrişê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst