Rêvebirê Girtîgehan: Pirtûk û nameyên Kurdî ne qedexe ne

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Pirtûkên Kurdî Nameyên Kurdî Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Giştî yê Girtîgehên Tirkiyeyê Enis Yavuz Yildirim ragihand ku li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirtûk û nameyên Kurdî ne qedexe ne.

Komîsyona Jêr a Lêkolîna Mafên Girtiyan a Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê doh civiya.

Di civînê de raporên girtîgehên Amed, Mêrdîn, Midyad û Sîncanê hatin nirxandin.

Hinek parlamenterên endamê komîsyonê di civînê de “pirsgirêkên li girtîgehan û daxwazên girtiyan anîn ziman.”

Parlamentera behsa qedexeyên li ser pirtûk û nameyên Kurdî kir.

Rêvebirê Giştî yê Girtîgehên Tirkiyeyê Enis Yavuz Yildirim bersiv da û got:

“Li girtîgehan pirtûkên Kurdî hene û ne qedexe ne. Rêkarên pirtûkên Kurdî jî weke yên din in.”

Yildirim derbarê dereng şandina nameyên Kurdî jî got, ji ber ku wergera wan tê kirin dereng tê şandin û nameyên Kurdî bi taybetî nayên derengxistin.

Ji aliyê din ve Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê serlêdana 46 parlamenterên DEM Partiyê ya ji bo lêkolîna li Girtîgeha Îmraliyê red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst