Girtiyeke nexweşa pençeşêrê piştî 12 salan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya nexweşa penceşêrê Sudan Guven piştî 12 sal û 2 mehan ji girtîgehê hat berdan.

 Li gorî nûçeya MAyê Sudan Guvena li Girtîgeha Alanyayê dihat girtin ku ji ber "poşmanîtî" qebûl nekiribû berdana wê 3 caran hatibû paşxistin.

Sudan Guven piştî 12 sal û 2 mehan ji girtîgehê hat berdan.

Guven li li Girtîgeha Alanyayê ji aliyê malbata wê vê hat pêşwazîkirin.

Guven li gel malbata xwe ber bi Bismilê ve bi rê ket. 

Sudan Guven, di sala 2012an de li navçeya Bismila Amedê hatibû desteserkirin.

Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 15 sal û 3 meh ceza lê birîbû.