Li Hewlêrê şehîdên 1ê Sibatê hatin bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo 103 kesên ku di êrişên xwekujî yên 1ê Sibata 2004an de şehîd bûbûn, li Hewlêrê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdarî merasîmê bû.

1ê Sibata 2004an ku îro 20 sal di ser re derbas dibin, du kesan merasîmên cejnê yên li Şaxa 2yê ya PDKyê û Malbenda 3yê ya YNKyê yên li bajarê Hewlêrê kirin armanc û xwe di nava xelkê de teqandin.

Di her du teqînan de 103 kes şehîd ketin û 246 kes jî birîndar bûn.

Di salvegera 20emîn a komkujiyê de, li Parka Samî Ebdulrehmana Hewlêrê li ber “Bîrgeha Şehîdên 1ê Sibatê” merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, berpirsên hikûmet û partiyan û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Partiya Demokata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) çeleng danîn ber Bîrgeha Şehîdan.

Êrişa 1ê Sibatê

Roja 1ê Sibata 2004an, di yekem roja Cejna Qurbanê de, li Şaxa 2yê ya PDKyê û malbenda 3yê ya YNKyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, du teqînên xwekujî çêbûn.

Di encama wan êrişan de li her du baregehan 103 kes şehîd ketin û 246 kes jî birîndar bûn.

Endamên polîtburoyên PDKyê Samî Ebdulrehman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şewket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrî Ekrem Mentiq û alîkarê wî û di heman demê de Serokê Şaxa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê navçeya navendî ya Hewlêrê Ehmed Rojbeyanî, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Emîd Nerîman û Berpirsê YNKyê yê Hewlêrê Şaxewan Ebad û gelek berpirsên YNKyê canê xwe ji dest dabû.