Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Tanhan: Berbijêrê me yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê nediyar e

01-02-2024
RÛDAW
Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamuran Tanhan
Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamuran Tanhan
Nîşan Mêrdîn Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê ragihand ku ji bo diyarkirina berbijêrê Şaredariya bajarê Mezin a Stenbolê xebatên wan berdewam in.

Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Kamuran Tanhan destnîşan kir ku hevdîtinên wan ne tenê bi CHPyê re bi partiyên din re jî berdewam in.

Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamuran Tanhan bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê da.

Kamuran Tanhan li ser pirsa “Berbijêrê Stenbolê kî ye?” got:

“Berbijêrê me yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hîn nediyar e.

Hevalên me di vê mijarê de dixebitin. Gelek hevdîtin hene û di vê mijarê de gelek daxwaz jî hene.

Hevalên me dê di vê mijarê de biryarekê bidin û dê biryarê bi raya giştî re parve bikin.

Lewra em nikarin bêjin niha tiştek eşkere bûye. Tiştekî wisa nîne.

Ji bo Stenbolê hîn hevdîtin berdewam in. Ji niha de em tiştekî bêjin şaş e.”

“Hevdîtinên me ne tenê bi CHPyê re ne”

Ji Kamuran hat pirsîn, “Di danûstandinên bi CHPyê re hûn gihîştine kîjan qonaxê?”

Tanhan bi bîr xist ku deriyê partiya wan ji hemû partiyan re vekiriye û got:

“Wekî ku partiya me beriya niha jî got, deriyê me ji her rêxistin û partiyan re vekiriye. Ji bo hevdîtinên şaredariyan û ji bo tifaqê jî. CHP jî yek ji van e.

Dibe ku tifaq bibin, dibe ku nebin jî. Li gorî hevdîtinan dê diyar bibe.

Ev hevdîtin jî hîn berdewam dikin. Ne tenê bi CHPyê re bi partiyên din re jî berdewam dikin.

Dê hevalên me li gorî vê jî encamekê bigirin û parve bikin.”

Kamuran Tanhan herî dawî got, “Eger em li metropolên Tirkiyeyê bêjin bêyî hêza gelê Kurd nikarin ti kesî bikin serokşaredar.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 31ê Adarê hilbijartinên şaredariyan werin kirin û aliyên siyasî her ku diçe rikeberiya xwe xurttir dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst