Li Rihayê xaniyek hilweşiya: 2 mirî, 8 birîndar

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Xanî Hilweşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, xaniyekî ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerer dîtibû hilweşiya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li gundê Dînanî yê Hewagê îro  xaniyê Cemile Arikanê 56 salî ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerar dîtibû hilweşiya.

Di encama bûyerê de Cemile Arikan û Serap Uraka ya 49 salî canê xwe ji dest da û Serdar Urak ê 38 salî, Fatma Uraka 38 salî, Ahmet Urak ê 15 salî, Ayça Uraka 12 salî, Açelya Uraka 8 salî, Dilber Bozkurta 34 salî, Adem Arda Bozkurt ê 13 salî û Emre Tuna Bozkurt  ê 10 salî birîndar bûn.

8 birîndar bi derfetên xwe ji bin kavilan rizgar bûn.

Li ser agahdarkirina gundiyan tîmên tendirustiyê, tîmên rizgarkirinê yên AFAD û parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de termê Cemila Arikan û Serap Urak ji bin kavilan hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê.

Hat zanîn Cemile Arikan di mala xwe de bi tenê dijiya û zarok û neviyên wê şeva borî ji bajarê Osmaniyeyê çûne serdanê wî li gundê Dînanê yê Hewagê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst