QERS - Piştî daxuyaniya DEM Partiyê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî  ku DEM Partiyê ragihand ku dê bi daxwaza berdana Ocalan li Qersê dest bi meşê bike, parêgariha Qersê qedexeya çalakiyan ragihand.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari Oruç ragihand ku  dê 1ê Sibatê bi armanca çareseriya Pirsa Kurd û berdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê ji parêzgehên Qers û Wanê dest bi meşê bikin û dê meşa wan heta 15ê Sibata 2024an berdewam bibe.

Piştî vê yekê  parêzgariya Qersê jî ragihand ku çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê, greva birçîbûnê, danîna çadiran û herwiha hemû cor çalakî bo dema 5 rojan hatiye qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariyê ji 31ê Kanûna Paşînê 2024an heta 4ê Sibatê 5 rojan bi her awayî çalakî hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin:

“Ji ber egera hatina otomobîl û kesên dixwazin çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê, greva birçîbûnê, danîna çadiran û her core çalakiyan bikin li gorî Yasaya Xwepêşandan û Civinê ji 31ê Kanûna Paşînê heta 4ê Sibatê 5 rojan qedexe hatiye ragihandin.”