Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê piştî demekê ji zuhayiyê baran bariya

01-02-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, piştî demekê ji zuhayiyê, baran li tevahiya navçeyên herêmê bariya.

Di demekê de zuhabûn û hişkesaliya îsal, tirs li cem welatiyên Rojavayê Kurdistanê dirust kiribû, li herêma Cizîrê baran bariya.

Li gor amarên fermî yên Saziya Keşûhawayê ya Sûriyê, heta roja 31ê Çileya 2023ê, 5 mm baran li Tirbespiyê û gundê Zihêriyê yên herêma Dêrikê barîne.

Li bajarê Dêrikê jî 4 mm, li Hîmo, ser bi Qamişlo, Çilaxe, Mergeda û Şedadê 3 mm, li Amûdê, Til Koçer û Til Elo 2 mm baran barîne.

Li bajarê Hesekê, Dirbêsiyê, Til Hemîs, Erşîe, Ebû Gesayib jî 1 mm baran bariye.Şeva borî jî baran li piraniya bajar û bajarokên herêma Cizîrê bariyaye, lê heta niha amarên rêjeya wê nehatine belavkirin.

Barîna baranê li herêmê dilê cotyaran xweş kiriye û hêviya başbûna rewşa çandiyê li wan vegerandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst