PAKê li Amedê ji bo hilbijartina dersa Kurdî broşur belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li  parêzgeha Amedê ji bo dersên bijarte broşur belav kirin û ji malbatan xwestin ku li dibistanan dersa Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Hejmareke Endam û rêvebirên PAKê duh li Taxa Bayramoglu ya Amedê broşurên dersa Kurdî belav kirin û eîro jî li Qada Şêx Seîd, Derê Çiyayî û Balikçilarbaşi ya bajêr broşurên dersa bijarte belav dike.

PAK ji malbatan daxwaz kir ku bi formên dersên bijarte serî li dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe, wek mafekî rewa û yasayî, dersa Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) hilbijêrin.

Li gor daxuyaniya PAKê di destpêka broşur belav kirinê da, Polîsên Amedê li nêzîkî Parka Koşûyolûyê midaxaleyî rêvebir û endamên PAKê kirin, nehiştin broşuran belav bikin.

Di daxuyaniya PAKê de hatiye “Polîsan gotine; hûn bi êlegên PAKê vê broşurê belav dikin. Ev çalakîya we neyasayî ye em rê nadin hûn broşuran belav bikin. Lê rêvebir û endamên PAKê gotine mafê dersa bijarte bi biryareke dewletê hetîye destpêkirin. Ev çalakîya me jî ji bo piştgiîya dersa bijarte ye. Em êlegên xwe jî dernaxin û emê broşurên xwe jî belav bikin.”

Li ser vê israra rêvebir û endamên PAKê, polîs bi peywendîyeke telefonî peywendî bi berpirsên xwe yên li Navenda Emniyeta Amedê ne geriyan. Piştî nivsaetê , rêdanê ku PAK broşuran belav bikin. Lê di temama çalakiyê de polîs li pey endam û rêvebirên PAKê bûne.