Qutkirina alîkariyên UNHCR jiyana penaberên Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye

01-02-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Penaberên Kurd Rojavayê Kurdistanê UNHCR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku rêxistina UNHCR alîkariyan li ser penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampan dimînin qut kiriye, di zivistanê de di rewşeke dijwar de dîn. Penaberên Rojavayê Kurdistanê gazinan ji Netewên Yekbûyî dikin û jê daxwaza alîkariyê dikin. Penaberekî nexweş ê Rojavayê Kurdistanê ku li kampa Dareşkranê ya Hewlêrê dijî dibêje “Em di vê zivistanê de tenê hefteyekê sobeyê pêdixin”

Berî niha UNCHR alîkariyên zivistanê pêşkêşî penaberên Rojavayê Kurdistanê dikir ku her malbatek 480 hezar dînar werdigirt, lê îsal ew alîkarî ta niha nehatiye pêşkêşkirin.

Ji destpêka zivistanê ve, tenê heftiyeke tîn û hêlma agir li mala Ebulxaliq belav dibe.

Ev 4 sal e nexweşiya tîroîd û demaran bi Ebdulxaliq re heye. Kasibkarê malê ew e, lê ji piyan ketiye û nikare tu karî bike.

Alîkariyên ku UNHCR pêşkêşî wan dikir jî êdî nemane, çi pereyên xurak û çi pereyên neftê. Xêrxwaz û cîran debara jiyana wan dikin.

Fadiya Mihemed hevjîna Ebdulxaliq dibêje “Me ne erzaq hene û ne pereyên neftê hatin. Eger xêrxwaz û cîran tuneban, me nedikarî jiyana xwe birêve bibin.”

9 sal e ev malbat li kampa Dareşikran ya penaberên Rojavayê Kurdistanê dimîne. Lê ev yekem zivistane alîkariyan wernagirin.

Berî niha UNHCR alîkariyên zivistanê li ser penaberên ku di nava kampan de dimîne belav dikir.

ji bo her formekî 480 hezar dînar ku bi wan pereyan 2 birmîlên neftê dikirîn û zivistana xwe pê derbas dikir, lê niha tu alîkariyên zivistanê li ser wan nehatine belavkirin, lewma ta niha birmîlên wan vala ne.

Niha beşek ji penaberan neftê li ser hesabê xwe yê taybet dikirin.

Nizar 3 sal e neftê li nava kampê difroşe. Bi gotina wî, salane neşteciyên kampê bi birmîlan neft ji wî dikirîn, lê îsal rewş ne bi wî rengiye.

Firoşkarê neftê Nizar Surçî “Berî niha penaberan bi birmîlan neft dikirîn, lê niha bi galonan neftê dikin ku tenê beşê 3 yan 4 rojan dike.

Li gor Rêveberiya Navenda Hevbeş a Hemahengî û Qeyranan a Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ev pirsgirêk ne tenê li kampên Hewlêrê ye, lê li her 10 kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê heye.

Ji ber kêmbûna budceya ber destê UNHCR ew pereyên neftê nadin penaberên di nava kampan de. Wan tenê alîkarî pêşkêşî 19156 malbatan li seranserê Herêma Kurdistanê kiriye, ku li derveyî kampan dijîn.

Li Hewlêrê 11826, li Silêmaniyê 4289 û li Duhokê 3041 malbat alîkarî li wan hatine belavkiri. Her malbatek 240 hezar dînar dane wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst