Karayilan helwesta PKKê li ser şewitandina Quranê aşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan bûyerên şewitandina Quranê yên li hin welatên Ewropayê weke 'êrîşeke bê hurmetî û bê exlaqî' bi nav kir û got, “Em van kiryaran bi tundî şermezar dikin.”
Murat Karayilan ji televîzyona Stêrk TV a nêzîkî PKKê re axivî û diyar kir ku Artêşa Tirkiyê ji herêmên Zap, Metîna û Avaşînê venekişiyaye û tekez kir, şer û pevçûn di navbera gerîlayên wan û hêzên Tirkiyê de didomin.
Karayilan got, “Em bi çareseriya siyasî bawer in, lê dewleta Tirk maseya çareseriyê hilweşand û êrîşî me kir” û destnîşan kir, rewşeke wiha ku “PKK xaka Iraqê bi kar tîne û êrîşî Tirkan dike”, nîne.
Şewitandina Quranê li Ewropayê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan di beşeke axaftina xwe de behsa şewitandina Quranê li hin welatên Ewropayê yên wek Swêd û Denmarkê kir û ragihand, ew wek PKKê li dijî wê yekê ne û kiryarên wisa şermezar dikin.
Murat Karayilan got: “Berî her tiştî şewitandina Qurana Kerîm ji bo alema Îslamî bi temamî heqareteke, êrîşeke, bêhurmetî ye, bêexlaqî ye. Em bi tundî şermezar dikin kiryarên wisa.”
Karayilan dibêje, şewitandina Quranê ji aliyê kesên “nijadperest û faşîst” ve hatiye kirin û destnîşan kir: “Xuya ye wisa weke planekê ye. Berê li Swêd bû, dûre li Hollanda piştre li Danîmarka bû. Girêdana xwe çi ye? Mijareke nîqaşê ye. Lê belê yekser xizmetê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dike…, xuya ye ev yek planek e, hewl didin ku careke din rejîma faşîst a AKP-MHP'ê biser bikeve.”