Brîtanya: Divê pirsgirêkên PDK û YNKê bi diyalogê bên çareserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir. Balyozê Braîtnayayê di hevdîtinê de ragihand, Brîtanya piştgiriya çareserkirina pirsgirêkên PDK û YNKê di rêya diyalogê re dike.

Di hevdîtinê de, pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bi Londonê re, rewşa siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan di civînê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya kirin; Her wiha pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, Balyozê Brîtanyayê pêşwazî li civîna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û piştgiriya welatê xwe bo danûstandinên herdu aliyan û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir.

Roja Şemiyê 28ê Çileya 2023an şandên polîtboruyên PDK û YNK li bajarê Silêmaniyê bi hev re civiyan û biryar e roja Semiyê 4 Sibatê careke din bicivin.

Piştî civîna yekem a her du partiyan, Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê peyamek belav kir û ragihand: “Em pêşwaziyê li gavên hevparên xwe yên di nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dikin ku ji bo baştirkirina peywendiyên xwe yên navxweyî ji bo berjewendiya gelê xwe, bi hev re kar bikin, ew dikarin herêmeke bihêztir a Kurdistana Iraqê ava bikin. Malbateke yekgirtî dê her gav serbilind be.”

Têkildarî civîna îro ya Nêçîrvan Barzanî û Mark Bryson-Richardson, Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, Wan mijarên qanûnên neft û gazê, bûdceya Iraqê, biryarên Dadgeha Federal û bandora wan a nerênî li ser atmosfera siyasî ya li welat gotûbêj kirin.

Bryson Richardson got ku welatê wî Hewlêr û Bexdayê teşwîq dike ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.