Bi mûşekan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Zêlkan a nahyeya Başîkê li parêzgeha Mûsilê rastî êrîşeke mûşekî hat û li gor zanyariyan, bi 8 mûşekan binkeya leşkerî ya Tirkiyê hatiye armanckirin.

Li gor agahiyan, êrîşa ser binkeya leşkerî ya Zêlkanê derdora saet 07:30 îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an çê bûye.

Rêveberê Nahyeya Zêlkanê, Mihemed Emîn Xerîb ji Rûdawê re ragihand, “Du mûşek li nav binkeya leşkerî ketine û mûşekên din jî li derdora binkeyê ketine.”

Dije Terora Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihand, di êrîşê de “8 mûşek” li dijî wê binkeya leşkerî hatine bikaranîn û “du mûşek li nav serbazgehê ketine xwarê”.

Derbarê zirarên êrîşê de Rêveberê nahyeya Zêlkanê û Dije Terora Kurdistanê ti agahî belav nekirine.

Rêveberê nahyeya Zêlkanê, Mihemed Emîn Xerîb derbarê wê yekê de ku ew mûşek ji kuderê ve ber bi binkeya leşkerî ve hatine avêtin, dibêje: “Ne diyar e tam ji kuderê ve hatine arastekirin, lê ji aliyê başûr ve bûye ku gundên Faziliye û Kanûnê li xwe digire.”

Piştî êrîşê, koma bi navê Lîwaya Ehrar a Iraqê berpirsyariya êrîşê girte ser xwe û diyar kir ku saet di 07:36ê sibehê de 20 mûşek avêtine navenda leşkerî ya Tirkiyeyê.

Binkeya Serbazî ya Artêşa Tirkiyê ya li Zêlkanê ku dikeve bakurê çiyayê Başîkê li parêzgeha Neynewa ya Iraqê, sala 2015an hat avakirin û ji wê demê ve nêzîkî 20 caran êrîşî wê binkeya leşkerî hatiye kirin.

Tirkiyê hêj derbarê êrîşa îro ya li ser binkeya leşkerî ya Zêlkanê ti daxuyaniyek nedaye.