Tirkiyê êrişî Mexmûr, Şingal û Dêrikê kir

01-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Tirkiyê îşev li dijî Kampa Mexmûr, Şingal û gundê Teqil Beqil ê Derikê dest bi êrişên asmanî kir.

Li gor agahiyên berdest Kampa Mexmûr û derdorê hatin bombebarankirin û di heman demê de firokeyên şer ên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê Şingal û li Rojavayê Kurdistanê navçeya Dêrikê bombebaran kirin.

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku îşev derdora saet 22.00ê firokeyên şer ên Tirkiyê Kampar Mexmûr, dorûberê û sengerekî PKKê li sînorê Çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin.

Derbarê vê yelê de Qaymeqamê Mexmûr Rizgar Mihemed jî bo Rûdaw got: “Kampa Mexmûr a penaberan hat bombebarankirin, bombe li nav kampê û çiyayê nêzîkî wê ketin.”

Rizgar Mihemed got jî hêj ziyanên bombebaranê nehatine zanîn.

Herwiha hat zanîn ku di heman demê de firokeyên şer ên Tirkiyê navçeya Çil Mêra li ser Çiyayê Şingalê bombebaran kir.

Li gor agahiyên berdest firokeyên Tirkiyê cihek li nêzîkî gundê Teqel Beqel ê Dêrika Rojavayê Kurdsitanê bombebaran kir.

Çavkaniyekî xwecihê ji Rûdawê ragihand ku her îro danê êvarê balafirên şer ên Tirkiyê gundê Teqil Beqil ê Dêrika Rojavayê Kurdsitanê bombebaran kir. Heman çakanî dibêje ku di heman demê de firokeyên şer ên Tirkiyê Şingal jî bombebaran kirin.

Der barê hedefên firokeyên de heman çavkaniya xwecihî diyar kir ku Wêstgeha Çaremîn a Elektrîkê kiriye armanc ku navenda YPG-HSDê lê wê derê ye û  û di encamê de 2 endamên HSDê birîndar bûn û ew şandin nexweşxaneya Dêrikê.

Wêstgeha Çaremîn a Elektrîkê dikeve di navbera gundên Teqel Beqel û Bircên li ser rêya Sêmalka ya li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de.

Kampa Mexmûr penaberên, di sala 1994an de ji ber zilm û zordariya li bakûrê Kurdistanê reviyan û derbasî başûrê Kurdistanê bûne dijîn . Penaberên bakûrê Kurdistanê yên li Kampa Mexmûr di sala 1998an de hatine Mexmûr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst