Platforma Zimanê Kurdî nameyek ji Erdogan re şand

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Zimanê Kurdî nameyek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî şand û têde ragihandiye, ew bi can û dil bi peyamên Erdogan ê jibo zimanê zikmakî ne û têkildarî rewşa zimanê Kurdî daxwaza civînekê ji Erdogan kirine.

Platforma Zimanê Kurdî piştî nameya bo Saziya Zimanê Tirkî TDKê niha jî nameyek ji serokomarê Tirkiyê re şand û di naverokê de dibêje ku ew bi dil û can tevlî gotarên Erdogan ên li ser zimanê dayikê dibin û daxwazê jî dikin ku ji bo behskirina daxwaziyên li ser ziman, hevdîtinekê li gel Erdogan encam bidin.

Di nameya Platforma Zimanê Kurdî de hatiye ku Erdogan roja 20ê Çileya îsal di merasîma xelatkirinê ya Wezareta Çand û Geştiyariyê de gotarek pêşkêş kiriye û di wê gotarê de behsa ziman kiriye û gotiye ku ti tiştek bi qasî ziman ne girîng e.

Erdogan di gotara xwe de gotiye, hêmana sereke ya ku çanda neteweyekî ji paşerojê digihîne pêşerojê, ziman e, eger ziman nebe, wê demê mirov, malbat, civak, netew, çand û şaristanî jî nabe. Erdogan gotiye jî, ew netewa ku xwedî li zimanê xwe dernekeve û dewlemend neke, her weke dareke ku rehên wê hişk bûbin, wê nikaribe xwe li ber bayekî tûnd bigre.

Di beşekî nameya Platforma Zimanê Kurdî de tê gotin, eger zimanê Tirkî yê ku ev 100 sal e zimanê fermî ye û weke zimanê perwerdehiyê ye xwediyê van pirsgirêkan be, wê zimanê Kurdî di çi rewşê de be ku ev zêdetirî 100 sala ye rûbirûyî tinebûnê dibe.

Platform ji serokomarê Tirkiyê re dibêje, hûn bixwe dibêjin asîmîlasyon tawaneke mirovatiyê ye, wê demê werin em bihev re li hemberî vê yekê helwesteke hevbeş nîşan bidin.