Hevserokê TEVDEMê: Hikûmeta Sûriyê taxên Kurdan dorpêç kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê TEVDEMê Xerîb Hiso ji Rûdawê re ragihand, Hikûmeta Sûriyê navçeya Şehba û herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine. Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a MSDê jî dibêje, vê dawiyê Hikûmeta Sûriyê daxuyaniyên tund li dijî Rêveberiya Xweser dide û ev jî xizmeta çareseriya krîza Sûriyê nake.

Ji derdora 2 heftiyan ve, çargoşeyên ewlehî yên Hikûmeta Sûriyê li herdu bajarên Hesekê û Qamişlo, ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve hatine dorpêçkirin.

Hin caran teqe jî di navbera hêzên herdu aliyan de derketin, lê zû hatin rawestandin.

Rêveberiya Xweser dibêje, hêzên Hikûmeta Sûriyê herdu taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê û navçeya Şehba li bakurê Helebê dorpêç kirine û nahêlin pêdawîstiyên jiyana rojane ya xelkê derbas bibin.

Mihemed Cemîl, Parêzerekî Kurd li Helebê, dibêje, “Rewşa Şêx Meqsûd gelek xerab e. Mazot gelek giran bûye, ampere elektrîkê bûye 3000-3200, ji ber ku mazot nakeve Şêx Meqsûd û Şehbayê. Taxeke dorpêçkirî ye.”

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku Hikûmeta Sûriyê dorpêç li ser navçeya Şehbayê dirust kiriye, ku li wê derê bêhtir ji 200 hezar koçberên Herêma Efrînê tûşî gelek zehmetiyan dibin, bi taybetî rêgiriya ku ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve li pêşiya derbaskirin û gihandina pêdawîstiyên xwarin, xorak, derman, sûtemenî û pêdiviyên rojane, li wan wê navçeyê tê kirin. Ew dorpêç bêhtir ji mehekê hatiye tundkirin.

Ji ber wan sedeman jî, girjî di navbera Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de derdikevin.

Xerîb Hiso, Hevserokê TEVDEMê, dibêje, “Hikûmeta Şamê, pirsgirêkên mezin ji bo îrada gelê Kurd derdixîne. Ev çend meh in Şehba xistiye bin ambargoyeke mezin, nahêle pêdawîstiyên rojane, derman, mazot derbas bibin. Ji aliyekî ambargo û ji aliyekî jî êrişên rojane yên çetetiya Tirkan li ser herêma Şehba û Til Rifetê, ev bale dikişîne. Li Helebê, Şêx Meqsûdê jî wisa .”

Derbarê wan aloziyan berpirsên Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk radigihînin ke ew naxwazin çare bi awayekî leşkerî û çekdarî bin.

Ebid Hamid el-Mihbaş, Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a MSDê, dibêje, “Em hêvî nakin ku em ji aliyê kesekî ve bêne dorpêçkirin, herwiha em hêvî nakin em kesekî jî dorpêç bikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berê, aniha û di paşerojê de, wê bimîne bi çareya aştiyane bang bike, ji bo doza Sûriyê, çi li hundir be, yan li derve be. Daxuyaniyên ku di dema dawî de ji hinek berpirsên hikûmet yan ji rejîma Sûriyê têne dan, bi çareyên leşkerî, li dijî xelkên Sûriyê, herdem ew kes,  mixabin xwe bi çareya leşkerî ve girê didin, ku Sûriye wêran kir, û nîvê gelê Sûriyê koçber kirin, çi koçberên navxweyî bin, çi jî bi zorê hatibine koçberkirin, li hemû cîhanê.”

Ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê ragihand, ji ber ku HSDê nahêlê keresteyên xwarin û xorakê derbas bibin û rê li ber çûn û hatinê digire, xwepêşadan li Hesekê û Qamişlo birêve çûn.

Roja 02yê vê meha Çile ya 2021ê, piştre 23ê, 26 û 27ê heman mehê, li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, ew girjî ji aliyê alîgir û çekdarên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve, li Qamişlo û Hesekê hat destpêkirin, weke çawa ku dorpêça li Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hate kirin.