50 kolber li sînorê Seqiz-Pênciwên di nav berfê de asê man

01-02-2020
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Seqiz Pênciwên Kolber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 50 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku ji şeva borî ve di nav berfê û boranê de wenda bûbûn, îro piştî nîvro hatin dîtin û hewldanên rizgarkirina wan berdewam in.

Li gor zanyariyên çavkaniyên xwecihî, ew kolber roja Înê demjimêr 2 bi dema Rojhilatê Kurdistanê ji navçeyên sînor ên Seqiz ber bi sînorê Pênciwêna Başûrê Kurdistanê ketine rê.

Demjimêr 11ê şevê bi dema Rojhilatê Kurdistanê ligel kesûkarên xwe ketine peywendiyê ku di nav berf û bahozê de mane asê û daxwaza hevkariyê kiribûn. Her piştî vê yekê hemû peywendî qut bûne.

Ew navçeya ku koçber lê mane asê, xeta telefonê nebûye û bi rêya bêtelê peywendî danîne û niha jî bi rêya bêtelê rê bo wan tê pêşandan daku ji wê deverê derkevin. Heta niha derbarê tendirûstiya kolberan de ti zanyariyên hûr nînin û Heyva Sor a bajarê Seqiz jî li ser hewldanên xwe berdewam e bo rizgarkirina kolberan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst