Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên 1ê Sibatê dê her tim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 16emîn salvegera êrişên li ser baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê peyamek belav kir û ragihand, “Şehîdên 1ê Sibatê her tim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî dimînin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an li baregehên PDK û YNKê peyamek belav kir li ser hesaba xwe twîterê û ragihand, “Em bi rêz û hurmet şehîdên nemir ên 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbaniyên terorê.”
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew ê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Silav li malbatên wan ên serbilind, dirûd ji canê wan ê paqij re, bîranîna wan bi xêr.”
Em bi rêz û hurmet şehîdên nemir ên 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbaniyên terorê. Ewê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Silav li malbatên wan ên serbilind, dirûd ji canê wan ê paqij re, bîranîna wan bi xêr.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) January 31, 2020
Roja 1ê Sibata 2004an, di yekem roja Cejna Qurbanê de, li liqa 2 ya PDKê û melbenda 3 ya YNKê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, du teqînên xwekujî çê bûn. Di encama wan êrişan de li herdu baregehan, 103 kes şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.