Li firokexaneya Hewlêrê 3 hemwelatiyên Çînî hatin vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê îro 3 hemwelatiyên Çînî hatin vegerandin. Ew hemwelatiyên Çînî ji Dubaiyê dihatin.

Rizgar Ferzende Efendî, Berpirsê Beşa Pasportê ya firokexaneya Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, “Me li firokexaneyê 3 hemwelatiyên Çînî  vegerandin bo Îmaratê. Ew jî bi mebesta rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê.”

Rizgar Ferzende Efendî, herwiha ragihand, “Êvariya îro hemwelatiyekî din ê Çînî tê vegerandin û bi biryara hikûmetê her welatiyekî Çînî bê Herêma Kurdistanê, dê bê vegerandin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, di nivîsekê ku bo firokexaneyan şandiye, biryar daye ketina hindûr li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bo wan kesên biyanî ku ji 14.01.2020an ve serdana Çînê kirine qedexe ye.

Ev biryar û hişyariya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di demekê de ye, her ku diçe hejmara wan welatan zêde dibe ku vîrusa Koronayê lê belav dibe.

Hikûmeta Iraqê jî ragihandiye heta niha ti hemwelatiyekî Iraqî ne li navxwe û ne li derveyî wî welatî, tûşî vîrusa Koronayê nebûne.