Ew biryarên Rakan Cibûrî li dijî Kurdan dabûn tên hilweşandin

01-02-2020
RÛDAW
Nîşan Rakan Cibûrî Kerkûk Kurd Cotkarên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, biryarên ku Rakan Cibûrî, parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet, li dijî Kurdan derxistibûn, tên hilweşandin.

Faris Îsa, Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, ji Rûdawê re ragihand, “Me nivîseke fermî Wezareta Dad û Dadgeha Federalî ya Iraqê agahdar kirine, derbarê wan biryarên Rakan Cibûrî û Dadgeha Kerkûkê ku li dijî Kurdan û taybet jî li dijî cotkarên Kurd hatibûn derxistin.”

Ji bo çareserkirina kêşeyên cotkarên Kurd li Kerkûkê ku di van heyamên dawîn de zêde bûne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide bi rêyên yasayî û siyasî li gel hikûmeta Iraqê, ew kêşe bigihijin çareseriyekê.

Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, behsa wê dike, her yek ji Wezareta Dad û Dadgeha Federalî, biryara pêdaçûnê dane û soz dane her biryareke ku piştî 16ê Cotmeha 2017an hatibin derkirin û li derveyî yasayan bin, dê bên hilweşandin, bi taybetî ew biryarên di bin ronahiya Encûmena Bilind a Şoreşa Beasê de hatine dayîn.

Nêzikî milyonek û 200 hezar donim zeviyên kiştûkaliyê li navçeyên madeya 140 de kêşe li ser heye ku piraniya wan ên Kurdan e û beşek jî yên Turkmenan e ku ew zevî di serdema hikûmeta Beasê de bi Erebên hawirde hatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst