Mesrûr Barzanî tacegul li ser monumenta şehîdên 1ê Sibatê danî

Îro di seatên sibehê de, monumenta şehîdên 1ê Sibatê li parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê, merasîmek bi boneya salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an ên li baregehên PDK û YNKê birêve çû.

Di wê merasîma bîranîna qurbaniyên 1ê Sibatê de, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tacegulek li ser monumentê danî.