Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (DIAKURD) êrişa ser nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Brukselê şermezar kir û ragihand: “Destdirêjiya li hember Ala Kurdistanê, êriş û hedefkirina dam û dezgehên netewî yên Kurdistanî dijminatîya gelê Kurdistanê ye”
Komîteya Damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Ala Kurdistanê sembola têkoşîna me ye. Çend roj berê hin kes li Brukselê, di navenda nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de destdirêjîyeke qirêj li hember Ala Kurdistanê li dar xistin. Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û beyan dikin ku em ê Ala Kurdistanê wek sembola xwe ya netewî li her der, her dem û daîm biparêzin.”
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Destdirêjiya li hember Ala Kurdistanê, êriş û hedefkirina dam û dezgehên netewî yên Kurdistanî dijminatîya gelê Kurdistanê ye. Bi ti awayî naye qebûl kirinê.”
Komîteya Damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora dibêje: “Dewletên dagîrker, layengîr û hevkarên wan bila baş zanibin ku em ê ala pîroz bi her awayî biparêzin û êrîşkeran jî bi tundî riswa bikin. Em kesên wiha di nav refên Kurdî de nabînin ew xizmeta dagîrkeran dikin.”
Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê jî bi daxuyaniyekê amaje bi wê yekê kir ku roja şemiyê 02.02.2019an Ala Kurdistanê dê bi merasîmekê li ber baregeha Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Yekîtiya Ewropayê li Brukselê careke din were bilindkirin.
Roja 29.01.2019an li welatê Belcîkayê grûpekê êriş kir ser avahiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Ala Kurdistanê ya li ber avahiyê daxist.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse