Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî axaftina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di merasîma salvegera bûyera 1ê Sibatê de bi başî bi nav kir û diyar kir ku gotinên Nêçîrvan Barzanî bila bibin bingeha nêzîkbûna aliyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di merasîma salvegera bûyera 1ê Sibatê de diyar kir: “Îro û her dem divê PDK û YNK bi hev re bixebitin û ji bo mijarên cur bi cur çareserî bibînin. Dema wê yekê ye ku PDK û YNK û partiyên din li Herêma Kurdistanê bi hev re li ser mijarên siyasî bixebitin û jihevfêmkirinê zêdetir bikin li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê, daku hikûmet û îdareya nû ya Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş û bêyî pirsgirêk birêve bibin û hêz bidin çareserkirina hemû wan pirsgirêkên ku li Herêma Kurdistanê hene.”
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî li ser van gotinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ez bawer im van gotinên ku îro Kak Nêçîrvan Barzanî di merasîma 1ê Sibatê de kir, gotinên baş bûn û bingeheke baş bûn ku divê herdu partî bilez rûnin. Divê îro berpirsyarane bifikirin û rûnin. Milet ji her kesekî û ji hemû partiyan mezintir e, lewma milet li bendê ye ku li hev bikin û hikûmet pêk bînin, derbara xelkê sererast bikin û jiyana xelkê baş bikin.”
Li ser civînên sêalî û helwesta YNKê li ser vê mijarê, Ednan Muftî dibêje: “Nabe ti civînek were redkirin, her civînekê ku di berjewendiya xelkê de be, divê pêşwazî lê were kirin. Li gor min divê YNK jî amade be ji bo her civînekê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê her dem amade be.”
Seidî Pîre: Goranê got bila civînên dualî temam bibin em dê bikin sêalî
Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ragihand ku hefteya bê, civîna navbera YNK û PDKê dê were encamdan û diyar kir ku Goranê civînên sêalî red kiriye heta civînên dualî temam dibin.
Seidî Ehmed Pîre destnîşan kir: “Hefteya bê, YNK û PDK dê ji bo temamkirina gotûbêjên li ser pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin. Ez hêvî dikim tiştên ku mane ji bo temamkirina pêkanîna hikûmetê û şêwaza dabeşkirina postan û çarçoveya xwe ya siyasî, di wê civînê de werin temamkirin.”
Derbarê civînên sêalî yên PDK û YNK û Goranê de Seidî Pîre eşkere kir ku Tevgera Goranê gotiye em civînên dualî temam bikin, piştre em dê civînên sêalî bikin.
Biryar bû hefteya derbasbûyî PDK û YNK bicivin, lê civîn nehat encamdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse