Galeriya wêneyan

01-02-2018
31 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Pênşemî 1ê Sibata 2018ê  di 14. Salvegera teqînên terorîstî yên baregehên Liqa 2 a PDKê û Melbenda 3 a YNKê de, li Hewlêrê bi merasîmekê şehîdên wan bûyerên terorîstî hatin bibîranîn.

Merasîm li Parka Samî Ebdurehman û li ber monomênta şehîdên wan teqînan hat birêvebirin. Di merasîmê de hejmareke berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên YNK, PDKê û partiyên din û herwiha malbatên şehîdan amade bûn.

Di 1ê Sibata 2004ê de li baregehên YNKê û PDKê yên li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, du teqînên terorîstî çê bûn, ku di encama wan teqînan de 100 kes şehîd bûn û 24 kes jî birîndar bûn.