AFP: Artêşa Tirkiyê perestgeha 3 hezar salî rûxand

01-02-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Perestgeha Eyn Darayê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Artêşa Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojvayê Kurdistanê Perestgeha Eyn Darayê kiriye hedefa êrişên xwe. Dîroka Perestgeha Eyn Darayê vedigere berî 3 hezar salan. Devera Eyn Darayê ya dîrokî 6 kîlometreyan li bakurê Efrînê ye.

Rojnamegerê AFPê Delîl Silêman serdana Perestgeha Eyn Darayê ya dikeve bakurê Efrînê kir û ragihand ku ew perestgeha 3 hezar salî, bûye hedefa bombardimanên balafirên şer ên Tirkiyê.

Li gor Îdareya Berhemên Dîrokî ya Sûriyê perestgeha navborî berî hefteyekê jî yek ji berhemên ji serdama Aramiyan mayî ya herî girîng bû, lê niha ew hatiye wêrankirin.

Roja 26ê Çileya 2018ê Perestgeha Eyn Darayê ket ber êrişên balafirên şer ên Tirkiyê û zerarek zêde gihiştiyê.

Welatiyekî herêmê bi navê Ehmed Salih derbarê êrişê de wiha dibêje: “Êriş gelek bihêz bû. Ji ber êrişê em li cihê xwe hejiyan. Piştre me dît ku dûkel ji girê Eyn Darayê rabû.”


Endamê Lijneya Berhemên Dîrokî yê Efrînê Salih el Din Senno jî diyar kir ku ji sedî 40-50ê perestgehê zerar dîtiye.

Salih Senno got: “Ziyan ji deriyê perestgehê dest pê dike heta hundirê wê diçe. Peykerên ajelên efsanewî û peykerên pasavan û yezdan sembol dikin perçe perçe bûne. Perçeyên peykeran heta 100 metreyan jî belav bûne.”

Hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Kantona Efrînê û Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyê li Londonê ji wêrankirina Perestgeha Eyn Darayê Tirkiyê berpirsiyar dibînin û êrişên Tirkiyê yên ser perestgehê şermezar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst