Li Kerkûkê her meh hezar zewac pêk hatine

 

 

Kerkûk (Rûdaw) – Li parêzgeha Kerkûkê di sala 2016an de her meh derdora hezar zewac pêk hatine.

 

Li Kerkûkê digel pirsgirêkên siyasî û aborî yên wan salên dawî, rêjaya zewacê  bi awayekî cidî zêde bûye.

 

Li gorî rapora Dadgeha Kerkûkê belav kirî, par hejmara zewaca fermî zêde bûye lê hevbersdan kêm bûne.

 

Rêvebera Ofîsa Kerkûkê ya Komeleya Emel a Iraqî bo Pirsên Jinan, Sirûd Mihemed ji Rûdawê re got: “Sala derbas bûyî, 12 hezar û 722 zewac pêk hatinr û 2 hezar û 107 hevberdan jî çêbûne.”

 

Sirûd Mihemed dibêje, sedema herî mezin a zêdebûna rêjaya zewacê, ji ber koçber hatine Kerkûkê ye.

 

Seroka Komîteya Karûbarên Jin û Zarokan li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen jî wiha got: “Li gorî rapora Dadgeha Kerkûkê bi awayekî cidî rêjeya zewacê zêde bûye. Bi rastî ev rewş me xweşhal nake.”

 

Ciwan Hesen wiha domand: “Ji xeynî hejmara koçberan, zewaca bi zarokan re û zewaca ji yekê zêdetir jî bandorê li ser zêdebûna rêjeyê dike. Em ji vê yekê nerazî ne.”

 

Li gorî yasayên Iraqê heger malbat razî bibin zarokên 15 salî û mezintir dikarin bizewicin. Herwiha li gorî yasayan zilamek dikare bi 4 jinan re bi fermî bizewice.

 

Nişticiyê Kerkûkê yê bi navê Bilind Zendî (34) diyar kir ku ew beriya salekê zewiciye û ji bo daweta xwe 13 hezar dolar xerc kiriye.

 

Bilind Zendî wiha got: “Keçên kerkûkî li gorî keçên bajerên din, li kesên nû bibe zava zêde pere nadin xerckirin. Hevjîna min gelek kêm zêr ji min xwestin. Herwiha hevjîna min di dema dawetê de alîkariya madî da min.”

 

Şiko Mihemed jî anî ziman ew di salên heştî de xwendekarê zanîngehê bû û di wê heyamê de xortên ji bajarên din dihatin Kerkûkê dixwestin bi keçên kerkûkî re bi zewicin û wiha domand:

 

“Di wê heyamê de ji derve bajêr gelek kes dihatin zanîngeha me. Hema hema hemû bi keçên kerkûkî re zewicîn. Piraniyan xort dixwestin bi keçên ji Kerkûkê re bizewicin. Çimkî wan jî dizanî ku keçên vê derê zêde girîngiyê bi zêr nadin û girîngiyê nirxên malbatî didin.”

 

 

Rêzefîlm bandorê dike

 

Çalakvanên jin ên li Kerkûkê, keçên hatine mêran hişyar dikin ku zêde girîngiyê pê zêran nedin.

 

Çalakvan dibêjin rêjeya zêdebûna zewacê ji aliyekê baş e, lê rêzefilm bandorê hin kesên di bin temenê 24 de dike ku zû dizewicin, lê mixabin di demekê kurt de ji hev cuda dibin.

 

Zêrînger ji rewşê bigilî ne


Zêrîngerên Kerkûkê jî digel zêdebûna zewace, ji kêmfirotina zêran bigilî ne.


Meriwan Omer ku 14 sal e zêrînger e dibêje: “Ji par ve bi awayekê cidî bazara me daketiye. Beriya niha ji sedî 40 firotina me bi kesên bizewicî re dibû, lê niha kesên dizewicin daxwaza zêr zêde nakin.”