Di navbera Amed û Rihayê de bi sedan wesayît di asê mane

01-02-2017
SERKAN İNCE
Nîşan Amed Riha Berf
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Berf û baran ji bo cotkaran ber û bereket be jî lê ji bo rêwî û ajokaran zehmetî ye.

 

Ji berf û balinca ku du roj e bênavber li Amed û Rihayê dibare, rêgeha Amed-Siwêreg-Rihayê cî bi cî tê girtin û rêwî di rê de dimînin.

 

Li ser rêya Amed û navçeya Siwêreg a Rihayê bi sedan wesayît di rê de asê bûne.

 

Hem ji ber berfa zêde hem jî ji ber qeşayê wesayît dişemitin û ji rê derdikevin.

 

Dema bûyereke hatûçoyê jî diqewime bi saetan rê tê girtin. Hinek ajokar û rêwî 2 roj e li ser riya Amed û Rihayê bê nan û xorak asê mane.

 

Herwiha di nav rêwiyan de zarok jî hene. Rêwî û ajokar ji ber venekirin û nexwêkirina rê bertek nîşanî Rêveberiya Rêyên Bejahî didin.

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst