HERÊMA KURDISTANÊ – Gendelî eşkere bûn

01-02-2017
HÊVÎDAR EHMED
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Sîstema Bayometrî Meaş Fermanber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapora Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha nêzîkî 789 hezar meaşxûran navê xwe di sîstema bayometrî de tomar kirine.

 

Di civîna Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî de civiya. Di raporekî civînê de hate ragihandin, ku heta niha nêzîkî 789 hezar karmend û meaşxûran navê xwe di sîstema bayometrî de nivîsandine.

 

Di civînê de tekez hate kirin, ku ew kesên heta serê meha Adara 2017ê navê xwe di sîstema mayometrî de tomar nekin dê meaşên wan bên sekinandin. Lê ev biryar tenê polîs û hêzên ewlekariyê venagre.

 

Serokê Fermangeha Teknolojî û Zanyarî yê Civatan Wezîran Hîwa Efendî ji Rûdawê re ragihand; “Di dema tomarkirina navê meaşxûran de hinek rewşên gendeliyê eşkere bûn. Derket holê ku hinek fermanber ji 5 cihên cuda meaş wergirtine.”

 

Efendî herwiha got; “Biryar e piştî temambûna tomara navan a di sîstema bayometrî de navê hemû karmend û meaşxûrên ku gendeliyê dikin bê eşkere kirin.”

 

Li Herêma Kurdistanê yek ji pirsa sereke ya hemwelatiyan ji hikûmetê ev e; gelo dê kengî meaşên paşketine bên dayîn û meaş bên zêdekirin.

 

Wezîran di vê mijarê de neaxivîn an ku nexwestin biaxivin. Lê hikûmetê biryar daye beriya destkariya sîstema paşketina meaşan bike, ew kesên bi navê fermanberiyê meaşa zêde distînin eşkere bike.

 

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 870 hezar fermanber û milyonek û 400 hezar meaşxûr hene. Hikûmet planek ji bo eşkere kirina kesên gendeliyê dikin planek daniye. Tê gotin, ku dê ew kesên gendeliyê dikin ji vê xilas nebin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst