Kobanî.. Veger û wêranî

01-02-2015
RÛDAW
Kobanî
Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Ev dîmenên wêraniyê ji nav bajarê Kobanê ne. Li vir xwîn û av tevlî hev bûye.

Ew encamên 4 meh û nîvê ji êriş û şerê çekdarên rêxistina DAIŞê li dijî vî bajarê Rojavayê Kurdistanê û herwiha berevaniya şervanên YPGê, Hêzên Pêşmerge û hevalbendên wan ji grûpên Artêşa Azad ên ser bi dijbereya Sûriyê û êrişên balafirên hevpeymaniya navdewletî, ne.

Wêraniyê her dever girtiye ber xwe. Xanî, dikan, sazî û meydan û qadên giştî jî.

Fermandarên hêzên leşkerî jî soza kontrolkirina gundên Kobanî didin.

Piştî kontrolkirina bajarê Kobanî bi temamî ji aliyê hêzên kurdî ve, Desteya Cîbicîkar a Kantona Kobanî daxwazê li civaka navdewletî dike ku alîkariyê di warê avakirina Kobanî de bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst