Cîgirên Talebanî: Divê kongreya YNKê di demek zû de were sazkirin

01-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih ragihandin, divê çaremîn kongreya YNKê di demek herî zêde were lidarxistin.

Her du cîgirên Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih, îro (01.02.2014) di daxuyaniyekê hevbeş de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, ragihandin, beriya roja 31ê Çile, bo çareserkirina arîşe û aloziya YNKê hinek pêşniyar kiribûn lê nehatin cîbicîkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li ser çareserkirina pirsgirêkên YNKê rêkeftin jî îmzekiribûn û wiha hat ziman: “Lê mixabin ev hewlên me nehîştin ti encamekê û niha jî dema lidarxistina kongrê derbas bû.”

Kosret Resûl û Berhem Salih di daxuyaniyê de dibêjin, ew rijd in li ser lidarxistina çaremîn kongreya YNKê û divê kongre di demek zû de û di atmosferek rewa û pak de were sazkirin û bernameya kongrê jî nûkirin û reformên nav YNKê be.

Rêkeftinên ku cîgirên Talebanî behsa wan dikin, yek jê rêkeftina ku li Îranê di navbera wan û hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm de hatibû îmzekirin, ya din jî di civîna roja 30ê Çileya 2014an ya polîtburoya YNKê de li Silêmaniyê hatibû îmzekirin.

Çaremîn kongreya YNKê ku biryar bû duh (31.01.2014) were lidarxistin, ji aliyê rêveberiya YNKê ve hat paşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst