Li Mûş û Agiriyê sermayê bandoreke xirab li jiyana xelkê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mûş û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê bandor sir û sermayê berdewam dike.

Li Mûş û Agiriyê li hinek herêman berf heta 3 metreyan bilind bûye.

Bi şevan pileya germê heta bin sifrê 20 pileyan dadikeve.

Ji ber berfê rêya bi dehan gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam e.

“Li hinek cihan berf 2-3 metreyan bilind bûye”

Şofêrê makîneya kar Mucahit Yildirim got:

“Em niha li herêma Cevizdereyê ne. Tekoşîna me ya li dijî berfê berdewam e.

Berfa ku berî du rojan bariya vegeriya pûkê. Li hinek cihan 2-3 metreyan bilind bûye.

Em paqij dikin, înşallah dê îro xilas bibe.”

Li parêzgeha Agiriyê jî bi heman awayî sermayeke zêde heye û Çemê Bêgiriyê qeşa diherike.

“Berfa berê tine”

Niştecihê Mûşê Riza Boga jî got:

“Helbet demsala me ya zivistanê diyar e, berfa berê tine. Sermaya hişk a berê jî tine.

Niha pile di bin sifrê de 15 ye lê tu dibêjî qey di bin sifrê de 4-5 e. Hewa xweş e lê em dicemidin. Zivistana me wiha ye, bajarê herî sar ê Rojhilat, Agirî ye.”

Li bajarên Serhedê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûk û sermaya zêde camên kargeh û otomobîlan qeşa girtin û hinek welatî bi betaniyeyan otomobîlên xwe ji sermayê diparêzin.

Sermaya zêde bandoreke xirab li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.