Li Silêmaniyê agir bi malê ket: 2 zarok mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Silêmaniyê agir bi malekê ket, 2 zarok mirin û zarokek jî birîndar bûn.
Li Silêmaniyê ber destê sibehê saet derdora 03:00an agir bi malekê ket.
Di encamê de 2 xwişkên 6 û 10 salî canê xwe ji dest da.
Her wiha yê birîndar jî birayê wan e û temenê wî 11 salî ye.
Li gorî zanyariyên destpêkê, agir ji ber pêxistina mûm û şahiyên sersalê derketiye û zarok di nav dûmanê de fetisîne.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew malbat malbateke Ereb e û ji Bexdayê ye lê li Silêmaniyê dijîn.
Li aliyê din, heta niha derbarê şewatê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye beêavkirin.