Qeyûmê li Êlih û Dêrsimê 15 karker ji kar derxistin

01-01-2025
RÛDAW
Nîşan Êlih Dêrsim Jikarderxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehê Êlih û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê 15 karker ji aliyê qeyûmê ve ji kar hatin derxitin.

Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, 6 karker ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, doh sibehê dema ku Ruken Ekîncî, Leyla Aydin, Taşkin Beyduz, Faruk Tugçu, Suat Yilmaz û Bêrîvan Acar Cîhangîr çûne kar bêyî ku ti hincet ji wan re bê nîşandan ji wan re hatiye ragihandin ku dawî li karê wan hatiye anîn.

Li aliyê din, Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikogluyê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hatiye kirin 9 karkeran ji kar derxistin.

Karkerên ku ji kar hatine derxistin bi rêya peyamê jikarderxistina xwe hîn bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst