Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî 5 erdhej çêbûn û di encamê de 28 xaniyan û axurekî zerer dît.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemergê demjimêr 19:37an erdhejeke bi hêza 4,4an, demjimêr 19:52an bi hêza 3,5 û demjimêr 20:06an 4,5 pileyan 3 erdhej çêbûn.
AFADê piştre da zanîn ku demjimêr 01:28an erdhejeke bi hêza 3,8 pileyan û demjimêr 01:45an erdhejeke din a bi hêza 2,1 pilayan jî çêbû.
Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand:
“Di erdhejên li navçeya Geverê de hat tespîtkirin ku 28 xanî û axurek derizîne.”
Li gundê Şitazînê yê Geverê welatiyên ku xaniyên wan derizîn û qelişîn şeva borî li derve man.
Welatiyê bi navê Cafer Kartal anî ziman:
“Gelek cihên xanî derizîne û me ji neçarî xanî vala kir. Me zarokên xwe derxistin derve û em şeva borî li derve man.
Xaniyê me duqatî ye û metirsiya hilweşînê heye, ji ber wê jî me ji neçarî vala kir.”
Piştî erdhejên bi hêzên 3,5, 4,4 û 4,5 pileyan ên li Geverê li hin gundan dîwarên xaniyan derizîn pic.twitter.com/jxpzGC78eR
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 1, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse