WAN – Di salekê de 263 kes bi hinceta qaçaxçitiyê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê sala 2023yan bi hinceta qaçaxçitiya koçberan 450 kes hatin desteserkirin û 263 kes ji wan hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku xebatên rêgirîkirina “qaçaxçitiya koçberan û bazirganiya mirovan” berdewam dikin.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 1ê Kanûna Paşîna 2023yan û 31ê Kanûna Pêşîna 2023yan de 196 operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi hinceta “qaçaxçitiya koçberan û bazirganiya mirovan” 450 kes hatin desteserkirin.

Ew radestî Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê hatin kirin û piştî karên îfadeyê şandin dadgehê.

Dadgehê derbarê 263 kesan de biryara girtinê da.

Herwiha hêzên ewlehiyê di operasyonan de bi hinceta ku di veguhestina koçberan de hatine bikaranîn dest danî ser 30 otomobîlan û 17 avahiyên xirabe jî hilweşandin.

Parêzgeha Wanê bi taybetî ji bo koçberên Efxan û welatên din ên wekî Îran û Pakistanê wekî rêyeke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tê bikaranîn.