ERZIROM – Jineke ku ji qata 4an ket canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yakutiyeyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî jinek ji qata 4an a avahiyekê ket û canê xwe ji dest da.

Li taxa Kurtuluşê ya Yakutiyeyê Buşra Ozdemîra 26 salî ji ber sedemeke nediyar ji pencereya mala dayika xwe ya li qata 4an ket û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Buşra Ozdemir veguhast Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Ozdemîrê canê xwe ji dest da.

Dîmenên dema ketina Buşra Ozdemîrê ji aliyê kameraya avahiyeke li kolanê hatin tomarkirin.