Li Amedê pevçûn: 3 kes birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî di şerê du aliyan de 3 kes birîndar bûn.

Li kolana Yaşar Kemalê ya navenda bajêr, du grupên ku li kafeyekê rûniştibûn ji ber sedemeke nediyar bi hev çûn.

Her du aliyan bi dest û kêran êrişî hev kir û di encamê de 2 kes bi kêrê û kesek jî bi lêdanê birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.