Li Qamişloyê ji bo zarokan şahiya sersalê hat lidarxistin

01-01-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Li Qamişloyê ji bo zarokan şahiya sersalê hat lidarxistin
Li Qamişloyê ji bo zarokan şahiya sersalê hat lidarxistin
Nîşan Qamişlo Sersal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo zarokan şahiya sersalê hat lidarxistin.

Komeleya Aferîn û hejmareke keç û jinên çalakvan, li bajarê Qamişloyê ji bo zarokan şahiya sersalê li dar xist.

Dîmen û zanyariyên taybet ji Tora Medyayê ya Rûdawê re hatin şandin.

“Me xwest dilê zarokan xweş bibe”

Berpirsa Komeleya Aferînê Nisrîn Hisênê got,“Me xwest em ahengeke bêmuzîk pêşkêşî zarokan bikin. Me xwest dilê zarokan xweş bibe.

Tevî ku herêma me rewşeke awarte dijî, em hêvî dikin ku sala nû xweş derbas bibe.”

“Şer nexweş e, mirin tehl e”

Çalakvana bi navê Cewhere Osê anî ziman, “Şer nexweş e, mirin tehl e. Di nava van rojên zehmet de, dema em li zarokan dinêrin em hêviyê dibînin.

Înşalah rojên xweştir bi ser wan de werin. Me xwest em wan bikenînin. Me xwest em kêfê bixin dilê wan.”

Tevî rewşa ewlehî, darayî û mirovî, mezin û zarokên Roavayê Kurdistanê bêhêvî nebûne û baweriya wan bi paşerojeke xweştir heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst