EFRÎN - Çekdarên ser bi Tirkiyeyê malbateke Kurd revand

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di roja yekem a sala nû de, çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve malbateke Kurd revand.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve, dêya bi navê Ferîda Îbrahîm, hevjînê wê Delîl Hebeş û 2 zarokên wan ji mala wan revandin.

Ferîde Îbrahîma 27 salî ji gundê Meydan Ikbisê ye û hevjînê wê Delîl Hebeşê 32 salî jî ji navçeya Racoyê ye.

Çarenivîsa malbata Kurd hîn ne diyar e.

Herêma Efrînê, Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hat dagirkirin.

Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 9 hezar kes ji aliyê van grûpan ve hatine revandin.

Herwiha çarenivîsa gelek kesan hîn jî nayê zanîn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.