Piştî bernameya 'Legel Renc' grûpa yekem a geştyaran ji Herêma Kurdistanê çûne Wanê

01-01-2023
RÛDAW
Piştî bernameya 'Legel Renc' grûpa yekem a geştyaran ji Herêma Kurdistanê çûne Wanê
Piştî bernameya 'Legel Renc' grûpa yekem a geştyaran ji Herêma Kurdistanê çûne Wanê
Nîşan Wan Bakurê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Kompanya û Nivîsîngehên Geştûguzariyê yê Silêmaniyê ragihand ku piştî bernameya Rûdawê 'Legel Renc' a li ser cihên geştyariyê yên bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, wan grûpa yekem a geştyaran ji Herêma Kurdistanê şandine Wanê.

Serokê Komeleya Kompanya û Nivîsîngehên Geştûguzariyê yê Silêmaniyê Eta Enwer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, piştî ku ew li Wanê beşdarî bernameya 'Legel Renc' bû ku taybet li ser cihên geştiyariyê yên Wanê û vegera Herêma Kurdistanê bû ji bo sersalê grûpa yekem a geştyaran ber bi Wanê ve rê ketin.

Eta Enwer got, “Grûpeke ji geştyarên Silêmanî û Hewlêrê jî tê de, niha li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ne, me bi çend kompanyayên li wir re li hev kiriye ku ew jî di demeke kurt de geştiyaran bişînine Herêma Kurdistanê.”

Eta Enwer li ser lêçûnên çûyîna ji Herêma Kurdistanê bo Wanê jî anî ziman, “Ji bo her geştyarekî ku xwedî vîze be, em ji bo mayîna 4 şevan, taşte û heqê rê jî di nav de tenê 170 dolaran ji wan werdigirin.”

Bernameya 'Legel Renc' ku şeva 25ê Berfanbara 2022an ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê hate weşandin, taybet bi navçeyên geştiyariyê yên Bakurê Kurdistanê bi taybetî Wanê û giringiya çûyîna geştiyarên Başûr bo Bakûrê Kurdistanê û berovajî bû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst