Li Qersê piştî 20 salan cara yekê ye serê salê berf nebariya
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê serê salê berf nebariya û geştyaran nikarîn kaşûnê bikin. Piştî 20 salan cara yekê ye ku di serê salê de berf li Qersê nebariye. Beşek ji geştyaran bi teleferikê geşta xwe dikin û beşek ji wan kêm be jî, ji bo karibin kaşûnê bikin derdikevin serê çiya.
Di serê salê de geştyar ji bo kaşûnê çûn Navenda Cibiltepe, lê îsal ji her salê cûdatir wek tê xwestin berf ne bariya ye.
Li navçeya Qamûşanê ya ser bi parêzgeha Qersê ve welatî dibêjin piştî 20 salan cara yekê ye ku vê demsalê hewqasî kêm berf bariya ye.
Kaşûnhez Talip Demirci got “Em berê jî hatibûn Qamûşanê. Lê îsal zêde berf nîne. Dîsa jî em dilxweş in ku li lûtkeyan hinek berf heye.”
Ji ber nebûna berfê geştyarên hatine nikarin xwe bişemitînin. Beşek ji wan bi teleferikê geşta xwe dikin û beşek ji wan kêm be jî ji bo karibin kaşûnê bikin derdikevin lûtkeyê.
Mamostayê kaşûnê Bulent Yilmaz dibêje “Em li lûtkeya Qamûşanê ne. Mêvanê me hatine, Damla xan û birêz Ahmet. Ji ber li jêrê berf nebû em derketin lûtkeyê hem ji bo xwe bişemîtin û hem jî bo dîtina xweşikiya navçeyê. Hêvîdar im em îsal bikaribin kaşûnê bikin.”
Navenda Kaşûnê ya Cibiltepe ku ji asta deryayê 2 hezar û 634 metre bilind e, navendeke girîng a kaşûnê ye û salane hejmarek zêde geştyar ji bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û biyanî serdana navendê dikin. Lê ji ber guherîna keşûhewayê îsal wek tê xwestin berf ne bariya ye û sezona kaşûnê nehatiye vekirin.