Rapirsiya herî dawî ya salê li Amedê hat kirin: HDP yekem û AKP jî duyem e

01-01-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Rapirsî HDP AKP CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê dengên aliyên siyasî de rapirsiya herî dawî ya sala borî ji aliyê Navenda Pusula ya Lêkolînên Siyasî û Rapirsiyan ve li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat kirin. Li gor rapirsiyê, li parêzgehê HDPê dengên xwe gelekî zêde kirine û AKP jî bi rêjeyeke kêm duyem e.

Navenda Pusula li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku di rojên navbera 23-27ê Kanûna 2022an de li Ameda Bakurê Kurdistanê bi awayekî rasterast ligel 2 hezar û 811 kesan rapirsiyek kiriye. Rapirsî taybet bû bi rewşa aliyên siyasî.

Navendê pirsyar kiriye ku eger Yekşemba bê hilbijartin were kirin dengê xwe didî kîjan aliyê siyasî û kîjan hevpeymaniyê? Li Tirkiyê hemû hilbijartin di roja Yekşembê de tên kirin. Di vê derbarê de Navenda Pusula encamên rapirsiya xwe ya taybet a li Amedê belav kirine.

Li gor encamên rapirsiyê, HDP bi rêjeya %63.8ê dengan yekema bê hevrik e, AKPê %20.3ê dengan bidest xistine. CHP %4.7, ÎYÎ Partî %3.2, Partiya DEVA %2.1, Partiya Pêşerojê %1.8, Partiya Memleket %1.7 û MHPê %1.0 dengan bidest xistine.

Biryar e Hezîrana bê hilbijartina serokatî û parlamentoyê li Tirkiyê bê kirin û tê çaverêkirin sê hevpeymaniyên serekî deng bidest bixin: Hevpeymaniya Cumhur a AKP û MHPê,Hevpeymaniya Millet ku beşek ji partiyên serekî yên opozisyonê wek CHP û ÎYÎ Partî de têde ne û Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDPê û şeş partiyên din.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst