Bereya Yekgirtî ya Kurd: Hêzên emnî nahêlin Siyaweş Heyatî were azadkirin

01-01-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Siyaweş Heyatî Kurd Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bereya Yekgirtî ya Kurd da xuyakirin, tevî ku Siyaweş Heyatî sekreterê wan li dadgehê ji hemû tohmetan hatiye beraetkirin lê hêzên emnî yên Îranê rê nadin ew bê azadkirin.

Bereya Yekgirtî ya Kurd îro Yekşemê 1ê Çileya 2023an derbarê rewşa ne zelal a sekreterê xwe Siyaweş Heyatî de daxuyaniyek belav kir.

Di vê daxuyaniyê de Bereya Yekgirtî ya Kurd dibêje, li dadgehê hatiye îsbatkirin ku Siyaweş Heyatî bê tawan e û ji hemû tohmetan hatiye beraetkirin, lê hêzên emnî rê nadin ku ew were azadkirin.

Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd roja 7 Kanûna 2022an li parêzgeha Kirmaşanê dema ku ji bajarê Sehneyê vedigeriya, li sêriyana Bêstûn hat girtin û niha li zîndana Dîzilava ya Kirmaşanê girtî ye.

Heyatî berî niha ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ji ber beşdarîkirin û axavtina di merasîma veşartina yek ji qurbaniyên xwepêşandanên Kirmaşanê de cezayê salek zîndanîkirinê wergirtibû, lê bi kefalet hatibû azadkirin. 

Bereya Yekgirtî ya Kurd dibêje, dema ku Siyaweş Heyatî hate girtin daxwaziyek amade dikir ku pêdeçûn bi cezayê wî yê berê de bê kirin.

Di beşeke daxuyaniyê de, Bereya Yekgirtî ya Kurd daxwaz dike ku tevahiya girtiyên siyasî û herwiha kesên ku di xwepêşandanan de hatine girtin bêne azadkirin. 

Li gorî saziyên mafên mirovan, di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de bêhtir ji 4 hezar kesan hatine girtin, beşek ji wan bi kefalet hatine azadkirin û beşek din hêj jî di girtîgehê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst