Rêxistina DAD bang li aliyên Kurdî kir: Diyalogê dest pê bikin

01-01-2023
RÛDAW
Nîşan Rêxistina DAD Rojava Diyaloga Kurdî-Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Kurdî ya Berevaniya li Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê (DAD) roja 31-12-2022an di daxuyaniyekê de daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kiriye ku careke din vegerin ser maseya diyalogê û danûstandinan dest pê bikin.

Di heman daxuyaniyê de, Rêxistina (DAD) binpêkariyên di sala 2022an de li dijî mirovên Sûrî hatine kirin, şermezar dike di nav de jî kiryarên kuştin, tundûtûjî, wêrankirin, koçberkirin, û guherîna demografîk li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî.

DAD herwiha daxwaz dike ku êrîşên Tirkiyê yên li ser bakurê Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê bên rawestandin.

Rêxistina (DAD) di beşeke din a daxuyaniya xwe de bang li aliyên navdewletî yên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê jî kiriye.

Ji bo aliyên navdewletî rêxsitina DAD daxwaz ji wan dike ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin û di hewldanên xwe de lezê bikin daku ji bo krîza Sûriyê çareseriyeke siyasî ya aştiyane bê dîtin û biryara navneteweyî ya 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê Sûriyê de ku 18ê Berfanbara 2015an hat ragihandin, were cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst