Rojhilatê Kurdistanê: Di sala 2022an de 258 kolber bûne qurbanî

Hewlêr (Rûdaw) - Navendên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê amarên kolberên li ser sînoran di 2022an de bûne qurbanî belav kirine û dibêjin sala derbasbûyî 43 kolber li ser sînoran bi gulleyên rasterast ên hêzên ewlekariyê û bûyerên din canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên ku Navenda Kolber News belav kirine, di sala 2022an de li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 258 kolber di bûyerên cuda de û bi gulleyên hêzên ser sînor ên Îranê bûne qurbanî, ku ji wê hejmarê 43 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor amaran, 29 kolber bi gulleyên rasterast ên hêzên ser sînor û yên din jî di bûyerên ketina ji kendal û çiyan, krîza dil, qufilîn û bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dane.

Her li gor wan amaran, 139 kolber sînorên parêzgeha Kirmaşan, 100 kolber li ser sînorên parêzgeha Sine û 19 kolber jî li ser sînorê parêzgeha Urmiyê bûne qurbanî ku yek ji wan hêzên Tirkiyê gulle berdanê û canê xwe ji dest daye.